Ekip
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
REMELLAH
Hat ragihandin ku mehkemeya eskerî ya Îsraîlê ji bo ku Fewzî el-Cuneydiyê sembola berxwedana Qudsê yê 16 salî negirtî bê darizandin biryar da û Cuneydî bi malbata xwe re ye.
Cuneydî piştî serbest hat berdan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku dema binçavkirinê ji leşkerên Îsraîlê îşkence dîtiye.
Cuneydî got ku ew li El-Xelîla li Şerîeya Rojava gava ku wî dixwest biçe mala mirovên xwe hat binçavkirin û wiha axivî:
"Leşkeren çawa ez binçav kirim li min dan. Li hemû laşê min xistin. Li serê min dan, bi pêyên xwe derketin ser pişta min. Ez gelek tirsiyam. Min nizanî ka çi çêbû. Ez girêdam û birim girtîgehekê ku nayê zanîn. Ji laşê min xwîn hat û hemû derên min diêşiyan."
Cuneydiyê filistînî di 7ê kanûna pêşîn de li bajarê El-Lelîla li Şerîeya Rojava "bi çavgirtî" ji aliyê gelek eskeran ve hatibû binçavkirin, vê dîmenê di çapemeniya dinyayê û medyaya civakî de gelekî deng dabû.
Ji Serokomar Erdogan û gelê Tirkiyeyê ra spasdarî
Cuneydî ragihand ku di girtîgehê da wextê çavê wî girtî bû hat derbkirin, ava sar pê da kirin û wî ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, gelê Tirkiyeyê û hemû kesên lê xwedî derketin ra jî spas kir.
Xortê filistînî Cuneydî di 7ê kanûnê da li bajarê El-Xelîla ser Şerîaya Rojava dagirkirî hat girtin û ji hêla gelek eskeran va dema çavên wî girêdayî bû hat binçavkirin, ev dîmen ji ser medayaya civakî gelek belav bû.
Di rûniştina ku duh li Mehkemeya Eskerî ya Oferê hat kirin da Cuneydî bi bergîdana 10 hezar şekelî (11 hezar lire) serbest hat berdan.
Cuneydî di 14ê rêbendanê da wê careke din here mehkemeyê.
Şaxa Filistînê ya Rêxistina Parastina Zarokan a Navneteweyî encamên kontrola tendûristiya Cuneydî parve kir û ragihand ku di laşê wî da şopên derbkirinê hene û sermilê wî yê rastê jî şikestî xuya dike.