Sevim Hatun
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
KOPENHAG
Di daxuyaniya Wezareta Koç û Lihevkirinê ya Danîmarkayê de hat gotin ku Danîmarkayê kontrolên sînor heta 12ê gulana 2018an dirêj kir.
Hikûmeta Danîmarkayê biryar da ku kontrolên sînor ên (xeta ferîbotê ya bi Almanyayê re) ku maweya wê di 12ê mijdarê de wê tijî bibûya, 6 mehan were dirêjkirin.
Hikûmetê ragihand Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) û welatên endamê Schengenê wê kontrolên sînor heta 12ê gulana 2018an dewam bike. Hikûmetê zêdebûna tehdîda terorê wekî hincet nîşan da.
Danîmarkayê cara ewil piştî krîza penaberan di 4ê rêbendana 2016an de kontrolên sînor dabûn destpêkirin.