Ahmet Aydın
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
DUHOK
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got, "Berî niha jî gelek soz hatin dayîn lê yek ji wan jî nehat girtin. Ji ber vê wê referandûm neyê lipaşxistin."
Barzanî li Amêdiya navçeya Duhokê beşdarî mitînga "Belê bo Referandûmê" bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokê HKIyê Barzanî, derbarê alternatîfa ku ji aliyê DYA, Brîtanya û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo lipaşxistina referandûmê hat pêşkêşkirin de anî ziman ku bila kes guh nede wan nûçeyan televizyonan hevpeyvînên derew û got, "Heta nuha alternatîfek ku cihê referandûmê dagire negihiştiye me. Kes nehatiye ku bêjin em li dijî serxwebûna we ne, tenê dibêjin ne dema referandûmê ye. Baş e nuha ne dema wê be kengî dema wê ye?. Referandûm navgîneke ji bo gihîştina serxwebûnê. Armanca serxwebûn e. Berî niha jî gelek soz hatin dayîn lê yek ji wan jî nehat girtin. Ji ber vê wê referandûm neyê lipaşxistin."
Serokê HKIyê derbarê biryara parlementoya Iraqê ya redkirina referandûmê û jikaravêtina Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm got, "Bê sebeb xwe ne betilînin, biryara we nagihe Kurdistanê. Ême me lamerkeziyet, hikmê zatî û federaliyet qebûl kir lê belê ti encam jê derneket. Pirsgirêka herî mezin ew e ku birayên me yên li Bexdayê şirîkatiyeke rasteqîne qebûl nakin. Em bibin 2 cîranên baş û pêkve bi aşitî bijîn baş e, yan di nava kêşe û qeyranan de bin, kîjan başe?. Ev biryara ku 7ê hezîranê hat dayîn biryareke cesaretê ye. Îradeya me bi hêz e û emê bi ser kevin."
Barzanî derbarê wan rexneyên ku tên girtin û dibêjin ti binemayeke hiqûqî ya referandûmê tune ye wiha got, "Biryardana mafê rewabûna referandûmê yê gelê Kurdistanê ye, ne yê derve ye."