Mustafa Melih Ahıshalı
23 Tebax 2023•Rojanekirin: 23 Tebax 2023
ÎSTANBUL (AA) - Li eyaleta Sîstan-Belûcistana rojhilatê başûrê Îranê dikeve ji ber bahoza qûmê bi sedan kes rakirin nexweşxaneyê.
Li gor Ajansa Nûçeyan ya Tesnîmê Serokê Rewşa Acîl a Sîstan-Belûcistanê Mecîd Muhîbbî der heqê mijarê da daxuyanî da.
Di axaftina xwe da Muhîbbî got: "Ji ber bayê ku jê ra dibêjin bayê 120 rojî, li bajarên Zabûl, Zehek, Hamûn, Hîrmend û Nimrûzê yên bakurê eyaleta Sîstan-Belûcistanê ne 488 kes rakirin nexweşxaneyê. Ji wan 64 kes li nexweşxaneyê man û hatin tedawîkirin."