Hamdi Yıldız
23 Tebax 2023•Rojanekirin: 23 Tebax 2023
Li Mekkeyê ji ber bahoz û taviya duh dest pê kir, dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Li gorî ajansa fermî ya Erebistana Siûdî, Rêveberiya Mekkeyê ragihand, ji ber bahoz û taviya duh dest pê kir dibistan roja çarşemê hatin tetîlkirin.
Her wiha hat diyarkirin, piştî bahoz û barana gur rewşa dibistanan dê di ber çavan ra were derbaskirin.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin da dixuyê ku li derdora Herema Şerîf ji ber bahozê însan li ser rêyan bi zehmetî dimeşin, li Ke'beyê însan di bin barana gumrah da nimêj dikin û birûsk li birca saetê dixe.