Sevim Hatun,İbrahim Atmaca,Abdullah Tel
10 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
MOSKOVA
Çapemeniya Rûsyayê, hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kir manşet.
Di rojnameya rojane ya ku li Rûsyayê herî zêde tê xwendin da cihekî fireh dan ziyareta Erdogan a St. Petersburgê û daxuyaniya digel Pûtîn kir. Di rojnameyê da der barê normalîzebûna têkiliyên navbera her du welatan da şîroveyên erênî hatin kirin.
Rojnameya Kommersantê, hevdîtina Erdogan-Pûtîn wiha nirxand, "bi vê hevdîtinê rageşiya di navbera her du welatan da rabû."
Di rojnameyê da hat îfadekirin ku hevdîtina Erdogan û Pûtîn bi qasî 2 saetan kişand, ev jî nîşan dide ku her du serok dixwazin têkilî normalîze bibin. Herwiha Serokê Sererkaniyê yê Rûsyayê Valerî Gerasîmov digel Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan hevdîtin kir. Ev jî dide xuyakirin ku ji bo çareserkirina mijara herî dijwar amade ne.
Rojnameya Vedomostiyê bi sernava "Rûsya û Tirkiyê tişên çûyî ji bîr kirin" derket. Nûçe li ser girîngiya aboriyê ya hevdîtinê sekinîn û hat gotin ku di hevdîtinê da ji hestyariyê zêdetir şirîkatiya stretejîk çêbû.
Rojnameya Îzvestiyayê bi sernava "Moskova û Enqere ji bo berjewendiyên her du gelan li hev hatin". Di rojnameyê da hat gotin ku Pûtîn û Erdogan tiştên çûyî li dû xwe hîştin û wiha got: "Dema ku lîderan qala sedema qrîzê kir, bi zimanekî dîplomatîk axivîn, ev jî dide nîşan ku qrîz li paş ma. Wan li ser mijarê girt û ew ê cardin venegerin li ser vê mijarê."
Rojnameya Moskovskiy Komsomoletsê jî got ku hevdîtina Erdogan û Pûtîn weke ku dihat hêvîkirin çêbû û wiha got: "Di têkiliyên Rûsya û Tirkiyê da bûyera nebixêr kuta bû. Enqere û Rûsya her tişt li paş hîşt û ji bo diyalogeke xwe amade dikin."
Komsomolskaya Pravdayê hevdîtina Erdogan û Pûtîn wek "hevdîtina dîrokî" bi nav kir.
Rossiyskaya Gazetayê jî nivîsî ku Pûtîn û Erdogan bi biryar in ku têkiliyan nû ji ji asta beriya qeyranê pêşdatir bibin û rojnameyê ragihand ku ji bo vê jî tu guman tuneye û her du serok jî mêrên xwediyê sozên xwe ne. Di şîroveya Gazetedeyê da hat gotin ku hevaltiya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê wê ji bo hemû herêmê bi kêrî aştî û îstiqrarê bê.
Di Rojnameya Nezavîsîmaya ku muxalifiyê li Pûtîn dike da jî nûçeyên ku piştgiriyê dide asayîbûna têkiliyên di nav Rûsya û Tirkiyeyê da hatin weşandin. Hat gotin ku ew qisaweta welatên Rojava îtifaqa Rûsya-Tirkiyeyê li dijî xwe dibînin jî wek tevgereke beredayî hat binavkirin.
TASS a ajansa nûçeyan jî diyar kir ku hevdîtin ji bendewariyan zêdetir xwediyê girîngiyeke stratejîk e û lîderan ji xeynî mijarên tên zanîn li ser Sûriyeyê jî sekinîn. Ajansê di nûçeya xwe da got ku heke Moskova û Enqere li hev bikin mimkun e ku li Sûriyeyê aştî pêk bê.