02 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
GAZÎANTEP
Duwanzdeh rojnameyên ku li bajêr tên weşandin, bi mebesta lanetkirina êrîşa terorê ya li himber Mudûriya Ewlekariya Wîlayetê, reş û spî hatin çapkirin.
Endamên Konseya Rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Gazîentabê (GGC), biryar dan ku li himber êrîşa terorê ya ku duh li caddeya ku avahiyên Mudûriya Ewlekariya Wîlayetê û Seroktiya Daîreya Bacê lê ye, hatibû lidarxistin û 2 polês şehîd û 22 kes jî birîndar bibûn, bertekekê hevbeş nîşan bidin.
Di vê çarçoveyê da 12 rojnameyên ku li bajêr tên çapkirin, rûpela yekem reş û sipî yan jî bi alaya Tirkiyeyê va hatin amadekirin.
Rojnameya Telgrafê rûpela xwe ya pêşî li ser alaya Tirkiyeyê bi nivîsa "Em dibin gazî, em şehîd jî dibin lê em teslîm nabin" çapkir.
Rojnameya Zaferê li ser zemîneke reş û sipî bi serenava "Êrîşa qehbe li Gazîentabê da" hat çapkirin.
Herwiha rojnameyên weke Guneş, Haber û yên din di rûpela pêşî da bi nivîsên lanetkirina terorê hatin çapkirin.
Serokê GGCê Îbrahîm Ay ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku rojname bi mebesta berteknîşandana terorê reş û sipî derketine û destnîşan kir ku wê di çapemeniya herêmî da bertekên wan yên dijî terorê bidomin.