BITLÎS
Li Bidlîsê yekemîn rojnameya rengîn û rojane "Bitlîs News"ê dest bi weşanê kir.
Merasima vekirinê Bitlîs Newsê li navenda matbaayê ya navçeya Tetwanê hat kirin. Waliyê Bidlîsê Veysel Yûrdakûl jî beşdarî merasima vekirinê bû li vir axivî û got ku gavên tên avêtin û vekirina navendên bi vî rengî me kêfxweş dikin.
Yûrdakûl, bal kişand li ser geşedanên ku bi pêvajoyê dest pê kirin û got ku di vê mijarê de gelek bar dikeve ser milê çapemeniyê û wiha dewam kir:
"Her wiha di nav mensûbên çapemeniyê de jî rikberiyeke xweş heye. Ev rikberî kalîte û asta rojnamevaniyê bilindtir dike. Ji ber vê ez mensûbên çapemeniyê li vir pîroz dikim. Înşaellah bi awayekî azad, bêalî, bêsansur, li gor rêzikên çapemeniyê weşanê bikin. Bi xêr be."
Qaymeqamê Tetwanê Mûrat Erkan, serokên şaredariyên navçeyan, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û welatî beşdarî merasimê bûn.