ANKARA
Giştînameya klaveya Fyê di rojnameya fermî de hat belavkirin û ket rewacê. Ji bo ku di hemû saziyên dewletê de klavyeya Fyê bê bikaranîn biryar hatibû dayîn. Ev biryar, wek giştîname li ser rojnameya fermî hat belavkirin.
Di giştînameyê de hat diyarkirin ku di salên dawîn de li Tirkiyeyê bikaranîna compîter û înternetê gelek zêde bûye û ji ber ku mirov zû bigihîje agahiyan û bi lez binivîse bikaranîna klavyeya Fyê hêsantir e.
Di saziyên fermî yên ku tê de klavyeya Fyê nayê bikaranîn de, dê perwerdehî dest pê bike. Der barê bikaranîna klavyeya Fyê de hemû perwerdehî dê ji aliyê Wezareta perwerdehiyê ve bê dayîn.
Agahî û perwerdehiyên der barê bikaranîna klavyeya Fyê de, bi awayekî berfireh li ser navnîşana www.fklavye.gov.tr yê dê bê parvekirin.