Roj TV di çarçoveya doza ku hat vekirin de, hat girtin. 10 kesên ku ji ber hinceta 140 milyon kronê Danîmarkayê yên ku li ser navê Roj TVyê (bi qasî 19 milyon euro) berhev kiribûn, ji PKKyê re şandin û terorê fînanse kirin, bi awayekî negirtî dihatin darizandin, bereat kirin.
Doz li Kopenhanga paytextê Danîmarkayê di Dadgeha Bajêr de hat dîtin. Di rûniştinê de 10 kurdên Tirkiyeyî yên ku bi henceta pereyê ku li vî welatî berhev kiribûn ji PKKyê re şandin hatin binçavkirin, pişt re ew hatin serbestberdan û bi awayekî negirtî dihatin darizandin û parêzerên wan amade bûn.
Dozgeriyê di îdianameyê de gotibû ku bersûcan 140 milyon kronê ku li ser navê Roj TVyê berhev kiribû ji rêxistina terorê re şand û terorê fînanse kir. Di îdianameyê de hatibû xwestin ku divê cezaya hepsê bidin bersûcan.
Serokê Dadgehê di rûniştina biryarê ya dozê de biryara juriyê xwend û pişt re hincetan eşkere kir.
Di hinceta ku hat eşkerekirin de di mijara Roj Tv û PKK Kongra Gela rêxistina terorê û yekîneyên çekdar de nirxandin hatin kirin û hat diyarkirin ku şaxa çekdar a rêxistinê HPG di navbera salên 2006 û 2012an de li Tirkiyeyê çalakiyên terorê kirin.
Dadgehê got ku pereyên ku ji bo Riv Tvyê hatin berhevkirin ji rêxistina terorê re hatin şandin lê dibe ku kesên ku ji bo Roj Tvyê pere berhev dikin vê yekê nezanin û ji ber vê yekê jî nikarin wan sûcdar bikin û biryar da ku bersûc bên bereatkirin.
Hat ragihandin ku heke dozger di navbera 2 hefteyan de îtirazî biryarê neke, dê biryar mîsoger be. Heke îtiraz bê kirin jî mijar dê biçe dadgeha astbilind û dê bimîne sala bê.
Gelek endamên çapemeniya Danîmarkayê rûniştina biryarê şopandin, piştî ku biryar hat eşkerekirin bersûcên di hêwanê de û xizmên wan hev hêmbêz kiirn û hev pîroz kirin. Bersûc û xizmên wan pişt re piştî ku ji dadgehê derketin beşdarî bernameyên zindî yên televîzyonên Danîmarkayê bûn û demekî ji bo piştgiriya Kobanêyê dirûşme berz kirin.