Fatih Gazioğlu
28 Adar 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Li Îranê hejmara kesên ji ber lehiyê mirin gihîşte 44an.
Li gor nûçeya Ajansa Mehrê, Alîkarê Serokê Navenda Rewşa Acil ya Îranê Hemîd Riza Xankeh got ku jimara kesên ku ji ber lehiyê mirin her roj zêde dibe.
Xankeh got ku heta niha di lehiyan de 44 kes mirin û 265 kes jî birîndar bûn û wiha dewam kir:
"Di lehiyan de li eyaleta Farsê 21 kes, li Gulistanê 7, li Mazenderanê 5, li Xoresana Bakur 3, li Kohguliye-Bûyer Ehmedê û Loristanê 2, li Kîrmanşah, Xûzistan, Hemedan û Sîmnanê jî ji her eyaletê merivek mirin."
Xankeh got di lehiyan da 265 kes birîndar bûne û ji wan 47 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin.