06 Sibat 2021•Rojanekirin: 07 Sibat 2021
Hat ragihandin ku li Kerkûka bajarê Iraqê di operasyona birin ser DEAŞê da 6 terorîst hatin derdestkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê da hat diyarkirin ku li Hewiceya navçeya Kerkûkê operasyon dan destpêkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku operasyon bi destê artêşa Iraqê û Hêza Polêsên Federal hat kirin, di operasyonê da 6 endamên DEAŞê hatin derdestkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku 5 sitargehên endamên DEAŞa rêxistina terorê bi kar dianîn jî hatin îmhekirin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li nêzî Dakuka navçeya Kerkûkê operasona hemdem dan destpêkirin û li herêmê gelek sîlah û cebilxane hatin girtin.
Hat ragihandin ku piştî lêpirsîna ewil û karên fermî kesên derdestkirî sewqî dadgehê kirin.
DEAŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbara wîlayetên Iraqê û qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû û di nav salan da herêm ji rêxistinê hatibûn xilaskirin. Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê yê berê di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî DEAŞê bi ser ketin.
Çend sal derbas bûn ku Iraq ji DEAŞê hat xilaskirin ligel vê rêxistin li van herêman êrîşên xwe didomîne.