Abdullah Tel
06 Sibat 2021•Rojanekirin: 07 Sibat 2021
Li tevahiya dinyayê hejmara waqieyên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji 106 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike hejmara kesên bi vîrusê ketin derkete 106 milyon û 3 hezar û 585an.
Li Amerîkayê 27 milyon û 407 hezar û 324 pêketî hatin tesbîtkirin ku di nav welatan da Amerîka di rêza ewil da ye.
Li tevahiya dinyayê ji ber vîrusê heta niha 2 milyon û 311 hezar û 1 kesek mirin. 77 milyon û 642 hezar û 997 kes jî ji vîrusê filitîn û gihîştin siheta xwe. Hê 25 milyon û 904 hezar û 667 nexweş ji ber vîrusê tedawî dibin.