İbrahim Atmaca
04 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2020
Di êrîşa ku komên eskerî yên Ermenî bir ser Genceya bajarê Azerbeycanê da sivîlek hat kuştin, 4 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê da êrîşa ku komên eskerî yên Ermenî birin ser sivîlên bajarê Genceyê hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di êrîşa ku komên eskerî yên Ermenî birin ser Genceyê da sivîlek hat kuştin, 4 kes birîndar bûn. Di encama êrîşên ku Ermenistanê birin ser sivîl û wargehên sivîlan da heta niha 22 kes hatin kuştin, 74 kes birîndar bûn."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hemû berpirsiyarên kuştina sivîlan di stûyê rêvebiriya Ermenistanê da ye û bangewazî li Ermenistanê hat kirin ku "Ji herêmên Qerebaxê yên dagir kirine, demildest vekişe."