Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku dê di 20ê îlonê de li Bakuyê merasima xîmavêtina Korîdora Gazê ya Kafkasên Başûr bê avêtin.
Erdoganê ku li Bakuyê têkiliyên xwe yên fermî berdewam dike bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re li Avahiya Serokomariyê hevdîtinên dualî û yên di nav lijneyan de kirin. Erdogan piştî hevdîtinan civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Erdogan got ku piştî peywirguherandina di 28ê tebaxê de Azerbaycan ziyaret kirin. Erdogan diyar kir ku hevdîtinên rûbirû û yên navlijneyî kirin û got ku di hevdîtinan de bi berfirehî li ser mijarên çandî, perwerdeyî û heta polîtiqaya derve sekinîn.
Erdogan got ku "Mijara herî girîng a ku biratiya me xurt kir di polîtikaya derve de wekî ku hûn dizanin mijara Karabaga Çiyayî ye" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em wekî mijara herî girîng a rojeva me li ser vê mijarê sekinîn. Me di hevdîtinên di navbera me de û yên di nav lijneyan de li ser pêngavên ku em dê ji niha pê de der barê vê mijarê de biavêjin, sekinîn."
Erdogan got ku mijareke din a gîring a ku em li serê sekinîn mijara vejenê ye û da zanîn ku projeya TANAPê ya der barê vejenê de gelekî girîng e.
Erdogan got ku ev xeta vejenê ya ku dê li ser Tirkiyeyê re biçe Ewropayê bi taybetî gelekî girîng e. Erdogan destnîşan kir ku ev yek bi taybetî dê hêza vejenê ya Azerbaycanê derxîne holê û ji ber vê yekê jî veberhênaneke gelekî girîng e.
Erdogan da zanîn ku di mijara pêngavên ku dê di warê bazirganiyê de biavêjin, diyar kirine û got ku "Em dê van hedefan bi dest bixin. Armanca me ya bazirganiyê 15 milyar dolar e. Ez dizanim ku ev vîn di her du aliyan de jî heye. Em ji vê yek bi misqalekê nakevin gumanê."
-"Em ê bixwazin ku sozên dane Azerbaycanê bi cî bînin"
Erdogan diyar kir ku dê piştî têkiliyên xwe yên li Bakuyê derbasî Zîrveya Natoyê bibe û wiha axivî: "Di zîrveyê de di hemû zîrveyên der barê vê zîrveyê de yên ji mêj ve de ji bo Azerbaycanê soz hatine dayîn. Em dê van sozan wir bînin rojevê û em dê bixwazin çawa ku sozên ji bo welatên din dabûn bi cî anîn, bila wisa jî sozên ji bo Azerbaycanê hatine dayîn bi cî bînin. Ev lutfek nîne, mafek e. Divê vana bi cî bînin. Em dê bibiryariya xwe ya di vê mijarê de bînin ziman."