Nihat Kavşut
03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bona êrîşa ku li Tacura herêma nêzî Trablusa paytextê Libyayê dijî navenda ku koçberên bêdestûr lê diman hat kirin daxuyanî da û wiha got: "Tevî koçber û penaberan êrîşên dijî sivîlan nayên qebûlkirin. Em êrîşan şermezar dikin. Divê kesên mesûl hesab bidin."
Federîca Mogheriniya Nûnera Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derva ya YEyê, Johannes Hahnê Endamê Berpirsiyarê Berfirehbûnê yê Komîsyona YEyê û Dimîtrîs Avramopoulosê Endamê Berpirsiyarê Welatîbûn, Karên Navxweyî û Koçberiyê yê Komîsyona YEyê daxuyaniya nivîskî ya hevbeş dan.
Di daxuyaniya hevbeş da wiha hat gotin: "Tevî koçber û penaberan êrîşên dijî sivîlan nayên qebûlkirin. Em êrîşan şermezar dikin. Divê kesên mesûl hesab bidin."
Hat diyarkirin YE her dem bang dike ku tundî bisekine û siyanetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bidin û wiha hat gotin: "YE daxwaz dike ku bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ra der barê kesên ku vê êrîşa hovane kirine demildest lêpirsîn bidin destpêkirin."
Hatibû ragihandin li Libyayê balafirên hêzên girêdayî General Xelîfe Hafter li rojhilatê paytext Trablusê êrîşî navenda koçberên bêdestûr kirine û li gor agahiyên ewil ji 40î zêdetir kes hatine kuştin.