Ekip
04 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê derxistina sermayeyê bo derve de got: "Çi daxwaz û talîmateke min a der barê sînordarkirina liva sermayeyê da tuneye. Yên ku ji ber peywendiya xwe ya bi rêxistinên terorî yên wekî FETO û PKKê tevî pereyê xwe çavkaniyên vî welatî derdixin derva jixwe xaîn in. Ez vê dibêjim."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda partiya xwe beşdarî Yên Astengî Derbas Kirine 2017 bû û li vir axaftinek kir.
Serokomar Erdogan li ser derxistina sermaye ji Tirkiyeyê wiha agahî da:
"Ji kesên li derveyî welêt sermayedanînê, ji bo vê li kanên îxracatê digerin, bazirganiyê dikin re tu gotina me tune û wê nebe jî."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Çi daxwaz û talîmateke min a der barê sînordarkirina liva sermayeyê da tuneye. Yên ku ji ber peywendiya xwe ya bi rêxistinên terorî yên wekî FETO û PKKê tevî pereyê xwe çavkaniyên vî welatî derdixin derva jixwe xaîn in. Ez vê dibêjim. Ez hewce nabînim ku der heqê wan da xeber bidim. Meqseda min ew e ku di van rojên han da, ku ligel êrişên din di warê aboriyê da jî êrişî welatê me dikin, divê karsazên me jî helwesteke xwemalî û neteweyî nîşan bidin. Karsazên me heger wê di vê serdemê da xwedî li aboriya Tirkiyeyê dernekevin, îca ez pirs dikim, gelo wê kengê derkevin?"
Serokomar Erdogan li ser perwerdeya nirxan jî got:
"Ez bi taybetî dibêjim ku perwerdeya nirxan pir girîng e. Pergaleke ku nirxên medeniyet, dîrok û çanda me hînî zarokên me neke, li ber çavê min serkeftî nîne û wê serkeftî nebe jî."