Ekip
04 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag li ser îhtimala operasyona li ser Efrînê got: "Her hedîseyeke ku li Sûriyeyê diqewime rasterast bi ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ra eleqedar e. Tirkiye ji bo ku li herêmê pevçûn kuta bibin, aştî were tesîskirin, yekparetiya axa Sûriyeyê were parastin, yekîtiya siyasî çêbibe û aştiyeke ku her kes piştgiriyê bidê çêbibe pir hewl dide. Lêbelê dixwaze ku ev bi aliyên meşrû ra û bi hemû aliyên ku gel piştgiriyê didê ra were kirin. Tirkiye red dike ku di vê pêvajoyê da rêxistinên terorî muxatab werin qebûlkirin."
Civîna ku bi serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim li Koşka Çankayayê hat kirin, nêzî 5 saetan dewam kir. Piştî civînê Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag civîna çapemeniyê li dar xist û der barê mijarên di rojevê de agahî dan.
Ji bo nîqaşên ku dê Quds bibe paytextê Îsraîlê Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag wiha axivî:
"Peyman û biryarên Neteweyên Yekbûyî li ser NYê ferz dike ku statuya Qudsê biparêze û herwiha parastina vê statuyê soz û berpirsiyariya NYê ye. Tirkiye, berpirsiyarî û sozên herkesî careke din tîne bîra wan. Gavên nû yên ku wê herêmê tûşî felaket, pevçûn û aloziyên nû bike, neavêjin û jê dûr bisekinin. Helwesta Tirkiyeyê di vê mijarê da heya niha çawa bû, wê ji niha şûnda jî eynî be. Bira tu kes ji Tirkiyeyê hêvî neke ku li hemberî 'min kir çêbû' dengê xwe neke û bibêje erê."
Der heqê operasyona Efrînê de jî wiha agahî da:
"Her hedîseyeke ku li Sûriyeyê diqewime rasterast bi ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ra eleqedar e. Tirkiye ji bo ku li herêmê pevçûn kuta bibin, aştî were tesîskirin, yekparetiya axa Sûriyeyê were parastin, yekîtiya siyasî çêbibe û aştiyeke ku her kes piştgiriyê bidê çêbibe pir hewl dide. Lêbelê dixwaze ku ev bi aliyên meşrû ra û bi hemû aliyên ku gel piştgiriyê didê ra were kirin. Tirkiye red dike ku di vê pêvajoyê da rêxistinên terorî muxatab werin qebûlkirin."
Nîqaşên di navbera Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û AK Partiyê de jî wiha nirxandin:
"Ez birêz Kiliçdaroglu dewet dikim ku mîna mirovekî bi rûmet ji Serokatiya Giştî ya CHPê îstifa bike. FETOya ku operasyona kasetan kir û bi hêzên tarî û baronan re hevkariyê dike biryar da ku dema Kiliçdaroglu êdî biqede. Fêm kirin ku bi wî re êdî zêde feydeyê nikarin bi dest bixin. Ji ber vê dixwazin Birêz Kiliçdaroglu ji vê rezîliyê bixin nav rezîliyeke din ku ew nikaribe derkeve nava civakê. Dibêje ewê sibê jî hin belgeyên din eşkere bike. Wê çi eşkere bike ez bi meraq li bendê me. Wê dîsa kîjan derewê derxe holê emê hemû bibînin."
Mehkemeya li Amerîkayê didome jî Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag wiha şirove kir: "Ev darizandin bûyereke din e ku isbat dike tiştên di navbera 17-25ê kanûna pêşîn de qewimîn dek û dolab in. Ji bilî vê nîşan dide ku kî li dû vê dek û dolabê ye, kê wezîfeya taşeroniyê daye FETOyê. Ji ber vê hewleke mezin heye ku bi vê darizandinê Tirkiye bê sûcdarkirin. Li ser Riza Sarraf zextek heye, bi cezayê tê tehdîdkirin, ji bo hêviya derketina derva îtiraf li holê hene. Ne mumkin e ku Tirkiye tu yekî van jî qebûl bike. Ev hemû li hember Tirkiyeyê komplo ye."
Der barê bazirganiya bi Îranê re de jî got: "Tirkiye bazirganiya bi Îranê re li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî dike. Bazirganiyeke li hemberî hiqûqa netewî û navnetewî nehatiye kirin. Tirkiye welatekî serbixwe û serdest e. Welatek ranebûye Tirkiye mehkeme nekiriye û ji bo Tirkiyeyê biryara mehkûmiyetê nedaye û nikare bide jî. Tirkiye hemû bûyerên li dijî xwe ji nêz ve dişopîne. Li Tirkiyeyê der barê van meseleyan de lêkolîn hatiye kirin, biryarek hatiye dayîn. Biryara wê niha bêdayin ji bo me biqîmet nîne."