05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Serbaz John Dorrianê berdevkê hevpeymana navneteweyî ya li dijî DEAŞê ku di pêşengiya DYAyê da rêva diçe, destnîşan kir ku baregeha Încirlikê ji bo operasyonên DYAyê giring e û wiha xeberda: "Ya rast hemû dinya bi saya operasyonên ku ji wir va tên kirin bû dereke ewle."
Dorrian ji Bexdayê bi telekonferansê bi Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) ra axivî û pirsên der barê operasyonên li dijî DEAŞê ku li Iraq û Sûriyeyê tên meşandin, bersivand.
Dorrian li ser pirsa DYA ji Încirlikê li dijî DEAŞê operasyonan çêdike, lê ji ber ku alîkariyê nade operasyona El Babê tê rexnekirin, destnîşan kir ku baregeha Încirlikê ji bo alîkariya hêzên hevalbend, îstixbarat, keşf û êrîşên esmanî tê emilandin.
- Derbarê El Babê de hevdîtin dewam dikin
Dorrian diyar kir ku operasyona Turkiyeyê ya El Babê ev çend hefteye mijara hevdîtinên dîplomatîk e. Piştî ku hefteya borî tevgerên sortiyê çêbûn, DYEyê biryar da ku piştgiriyê bide operasyona El Babê, lê belê şeklê pîştgiriyê wê pîştî hevdîtinan eşkere bibe.
Dorrian li ser pirsa ji bo piştgiriyê bidin Turkiyeyê, tu şert dane ber Turkiye an na jî wiha axivî: " Ez hûrgiliyên hevdîtinan nikarim parve bikim, lewra ez der barê vê mijarê de xwedî agahî nînim. Lê em qîmet didin piştgiriya Turkiyayê ya ku dide tekoşîna li dijî DEAŞê. Turkiye sinorên xwe ji DEAŞê diparêze û li bakurê Sûriyeyê nahêle DEAŞ sinor derbas bike. Ev tevger gring e."
Berdevk diyar kir ku halêhazir leşkerên DYAyê li Bakurê Sûriyeyê bi leşkerên Tirkiyeyê ra dixebitin lê belê nikarin tam bêjin ku ciyê wan ku der e.
Nûçegihanê AAyê ji Dorrian ra got 'We berê digot em li ku derê endamekê DEAŞê bibînin em ê lêxin lê belê we li terorîstên ku hefteya borî êrîşî hêzên Tirkiyeyê kir nexist û teyareyên we bi tenê nizm firîn, we çima hefteya borî li wan nexist? li ser vê Dorrian got, "Di piştgiriya mesafeya nêzîk da şertê bingeh zirarnedayîn e. Heke li qadê hêzên we yên ku alîkariyê bidin we ku êrîşî ku derê dikin tunebin bi êrîşa ji hewayê va bi tenê meriv zirarê dide hêzên li erdê."
Dorrian wiha pê da çû:
"Li wê derê operasyona ku hewce dikir me kir. Di wê demê da me tişta herî rast kir û ev jî ji ber şert û mercên hewayê bû. Heke em bizanibin hêzên dost li ku derê ne, hêzên dijmin li ku derê ne wek gotina ku we got em li ku derê bibînin emê lêxin."