ŞANLIÛRFA
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xist pevçûnên di navbera her du aliyan de berêvarê li aliyê rojhilat ê bajêr zêde bûn. DÎŞI bi topên hewanê êrîşî depoya muhîmmatê ya komên kurdan kir û pişt re bi 2 wesaytîên bombebarkirî li nêzî sînor êrîşa xwekujiyê kir. Agir û pêta ku piştî êrîşê derket ji Sûrûça li sînora Sûriyeyê jî hat dîtin.
Di vê navberê de hat dîtin ku DÎŞI û komên çekdar ên kurdan gelek ji nêz ve gule berdidin hev.
Balafirên şer ên aidê hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de jî di nava rojê de kozikên DÎŞIyê bombebaran kirin.