Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê daxuyand ku bi alîkariya Hêzên Hewayê yên Amerîkayê ve alîkariya çekan û muhîmmatê dan kurdên Kobanêyê yên ku şer dikin.
Di malpera fermî ya serokatiyê de wiha hat gotin: "Alîkariyên çek û teqemeniyan ên herêma Kurdistanê, ji hewayê bi alîkariya balafirên Amerîkayê ve gîhîşte Kobanêyê. Serokatiya herêma Kurdistanê sipasiya Amerîkayê dike. Hewcedariya lehengan ên ku li Kobanêyê li ber xwe didin bi van çekan heye û ji bo şer ev pir girîng e."
Berpirsyarê Ajansa Parastinê û Îstixbaratê ya HKIyê Lahor Ceng Talabanî li ser hesabê xwe yê Facebookê ya fermî der barê alîkariyên Kobanêyê de wiha nivîsand:
"Piştî hewldayînên mezin ên ku 10 rojan dewam kir, duh êvarê saet 02.35an de sê balafirên kargoyê C-130, yên Hêzên Hewayê yên Amerîkayê qasî 24 ton çek û muhîmmat û 10 ton jî alîkariya tibbî gihandin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên Kobanêyê."
Fermandariya Hêzên Navend ên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyandibû ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji hewayê alîkarî da hêzên kurd ên li Kobanêyê diparêzin.