Halime Afra Aksoy
12 Sibat 2023•Rojanekirin: 12 Sibat 2023
Emirê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî piştî erdhejên ku navend Meraş e û li 10 bajaran bandor kir, ji bo bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra biaxive tê Tirkiyeyê.
QNAya Ajansa Nûçeyan ya Qeterê ragihand ku Emirê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî ji bo bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra biaxive ji paytext Dohayê bi rê ketiye û tê Tirkiyeyê.
Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî piştî erdhejê serokê ewil e ku tê serdana Tirkiyeyê.