ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî vekirina 22yemîn Lîstikên Olîmpiyata Zivistanê bibe dê 7ê sibata 2014an roja înê here Federasyona Rûsyayê.
Li gor daxuyaniya malpera Navenda Çapemeniya Serokwezîriyê, Serokwezîr Erdogan dê beşdarî vekirina 22yemîn Lîstikên Olîmpiyata Zivistanê ya ku dê li Soçiya bajarê Rûsyayê bê lidarxistin bibe.
Erdodan dê di çarçoveya serdanê de bi Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinê bike. Dibe ku Erdogan bi hin lîderên biyanî yên ku dê beşdarî vekirina Lîstikên Olîmpiyatê bibin re jî hevdîtinê bike.
Olîmpiyata ku li Soçiya bajarê Rûsyayê tê lidarxistin, roja înê dest pê dike. Sporvanên ku di pîst û hêwanan de antrenmanên xwe didomînin, dê ji sibê pê ve bikevin pêşbaziyan.