Dmitri Chirciu
31 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2021
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê bi Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ra axivî.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Kremlînê da hat diyarkirin ku Erdogan û Putîn di axaftinê da li ser şewata daristanên Tirkiyeyê sekinîn.
Di axaftinê da bal kişandin ser girîngiya têkiliya di navbera herdu welatan da ji bo têkoşîna dijî afatê, Putîn destnîşan kir ku ji bo temirandina şewatê alîkariya didin Tirkiyeyê ew ê dewam bike.
Di axaftinê da têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku Civîna Komisyona Aboriya Têkel a 17an ya Hikûmetên Rûsya û Tirkiyeyê erênî derbas bû.