Ruslan Rehimov
01 Tebax 2021•Rojanekirin: 02 Tebax 2021
Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku eskerên Ermenistanê gule berî kozikên Azerbaycanê yên li Komara Xweser ya Nehçiwanê dane.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê da hat destnîşankirin ji kozikên eskerên Ermenistanê yên li texma Arazdeyena gundê bajarê Vediyê bi seeta herêmî di 03.45an da gule berî kozikên Azerbaycanê yên li Haydarabata li bajarê Sedereka li Komara Xweser ya Nehçiwanê dane.
Hat diyarkirin di gulebaranê da tu tiştek bi eskerên Azerbaycanê nehatiye û eskerên Azerbaycanê jî gule berî terefê Ermenistanê dane.