27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
HESEKE/ANKARA
Artêşa Fransayê li qadên bakurê Sûriyeyê yên ku di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ne çûn û hatin û pêwendiyên xwe zêde kir.
Serkêşên YPG/PKKya rêxistina terorê ku navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi kar tînin di 29ê adarê da li Parîsê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra hevdîtin kiribûn. Çapemeniya Fransayê jî li ser gotinên terorîstan îdia kir ku rêveberiya Macron ji bo piştgiriyê soz daye rêxistinê û wê esker bişîne Minbicê. Di daxuyaniya Serokomariya Fransayê da jî hat gotin ku "Fransa û civaka navneteweyî ji bo di navbera Tirkiye û HSDyê da guftûgo dest pê bike" dikare navbeynkariyê bike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên li herêmê ne hilda yekîneyên taybet ên Fransayê duh êvarê gihîştin baregeha Amerîkayê ya li navçeya Rumeylana di bin dagirkirina YPG/PKKyê da ye. Lê nayê zanîn ku ew li wê derê man yan na.
Çavkaniyan gotin ku di demên dawîn da eskerên Fransayê pirî caran ji Sûriyeyê derbasî Iraqê dibin.
Eskerên Fransayê bi hevaliya terorîstên YPG/PKkyê û eskerên Amerîkayê yên xwedî wesayîtên bizirx va li nav Minbic, Reqa û Dêrazorê derdikevin dewriyê. Eskerên Fransayê pirî caran deverên YPG/PKK lê ne jî ziyaret dikin.
Eskerên Fransayê ku bi qasî tê zanîn di demên dawîn da bi serkêşên rêxistinê ra li Minbicê du caran civîn kirine û ji rêxistinê ra çek û ekîpmanê sewq dikin.
- Artêşa Fransayê li herêma di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye li 5 baregehên eskerî ye
Artêşa Fransayê li bakurê Sûriyeyê li herêma di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye li 5 baregehên eskerî cih digire.
Ji 70yî zêdetir eskerên mensûbên Hêzên Taybet ên Fransayî di bin navê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DEAŞa rêxistina terorê da li Kobanî, Girê Miştenûr, navçeya Sirînê, bajaroka Eyn Îsa û Lafarga fabrîqeya çîmentoyê ya Fransayê ya li gundê Xarab Işqê bi cih bûne.
Hêzên Fransayê di operasyonên qadê da tevlî YPG/PKKyê dixebitin.
Artêşa Amerîkayê wextê li Xarab Işqê baregeha hewayî ya eskerî ava kir devera fabrîqeya çîmentoyê jî di nav da ye hilda bin kontrola xwe û niha hin eskerên Fransayê jî li wê baregehê ne.
Ji 30yî zêdetir eskerên Fransayê jî li Reqayê tevlî YPG/PKKyê kar û bar dikin.