Nihat Kavşut
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
PANMUNJOM/ANKARA
Kîm Jong-unê serkirdeyê Koreya Bakur û Moon Jae-înê Serokê Dewleta Koreya Başûr li Gundê Agirbestê yê Panmunjoma li ser sînorê herdu dewletan cî digire hatin bal hev û ji civîna dîrokî biryara aştiyê derket.
Di daxuyaniya hevpar ya zîrweya lîderên Koreya Başûr û Koreya Bakur da hat ragihandin ku "Li Nîvgirava Koreyê wê ji vir û pê da ceng çênebe."
Serkirdeyên Koreya Bakur û Başûr li hev kirin ku Nîvgirav ji çekên nukleerî bê paqijkirin û agirbesta heyî veguhere peymana aştiyê ya mayînde.