Türkan Tosun
28 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2018
XEZZE
Eskerên Îsraîlê roja înê di "Meşa Vegera Mezin" a ku li sînorê Xezzeya dagirkî tê lidarxistin de gule berdan ser xwepêşandêran. Filîstîniyekî ku di vê xwepêşanê da birîndar bûbû, şehîd ket.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Filîstînê yê li Xezzeyê Eşref el-Kudra daxuyand ji ber ku eskerên Îsraîlê gule berdan ser xwepêşandêran Filîstîniyê bi navê Yehya Bedir Mihemed el-Hasenat (37) birindar bûbû, şehîd ket.
Di xwepêşanên ku roja înê li ser sînorê Xezze û Şerîaya Rojava hatin kirin da li Xezzeyê 5, li Şerîaya Rojava jî kesek birîndar bûbû. Ji 180 zêdetir Filistînî bi guleyên rastîn va hatibûn birîndarkirin.
Filîstînî ji 30yê Adarê vir ve li sînorê Îsraîlê li ser Xeta Xezzeya ku hatiye dagirkirin bi navê "Meşa Vegera Mezin" xwepêşanên aştiyane dikin.
Gelê sivîl dixwaze ku vegere axên xwe yên ku jê hatine sirgûnkirin û dagirkeriya neheq a li ser Xezzeyê ya ku ji 2006an vir ve tê kirin bê rakirin. Lê eskerên Îsraîlê guleyên rastîn li ser gelê sivil da dibarînin.
Ji 30yê Adara ku destpêka xwepêşandanan vir ve ji 200î zêdetir Filîstînî di êrîşên eskerên Îsraîlê de şehîd ketin.