Fatih Gazioğlu
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Siyasetmedarê Kurd û Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Tehranê Dr. Celal Celalî rexne li polîtîka hikûmetê ya li ser Kurdan girt û got ku baca bazirganiya ser sînor li ser herêmên ku Kurd li dijîn tesîreke neyînî çêdike.
Celaliyê akademîsyen û parlamenterê Senendecê yê berê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku sekinandina bazirganiya baholan ya ku li ser sînor dihat kirin wê di nav gel de bibe sedema pirsgirêkên civakî.
Celalî li ser nameya parlamenterên Kurd ên ku ji bo krîza herêmê ji Serokomar Hesen Rûhanî re nivîsîbûn axivî û wiha got:
"Herçiqas Mihafizên Şoreşê, hêzên ewlehiyê yên sînor û Wezareta Îdareya Gumruk û Bazirganiyê ji sînoran berpirsyar be jî, dibe ku ev name tesîrekê bike. Divê li herêmê çareseriyên mayînde bên dîtin. Hikûmet divê fabriqeyan veke û bêkariyê çareser bike. Hikûmet divê xerc û bacên bona derketina derva daxe û şibiya berê ji bo bazirganiya sînor rêyekê veke. Bi xêra vê miletê debara xwe bike."
- Esnafên Kurd yên ku li sînor dijîn bi pirsgirêkên mezin ra rûbirû ne
Celalî got gelê ku li bajarên Bane, Serdeşt û Pîranşehra sînor dijîn li gor qanûnan dikarin bi bazirganiya baholan debara xwe bikin û wiha got: "Îro bihayê bacê derxistine 220 hezar tumenî (bi qasî 200 lireyî). Piştî vê zêdebûnê esnafên herêmê bi pirsgirêkên mezin ra rûbirû man."
Celalî diyar kir merivên ku li herdu aliyê sînor dijîn eqrebayên hev in û got di salekê de kesên ku du yan jî sê caran ji sînor derbas bibin wê ji 500 tumenî zêdetir pereyî bidin û ev jî wê li ser jiyana van merivan tesîreke neyînî çêbike.
- "Pirsgirêkên aboriyê di nav gel de dibin sedema bikaranîna hişbirê, koçberî û gendeliyê"
Celalî destnîşan kir ku bi taybet piştî şerê Îran û Iraqê gelek Kurdên ku li eyelatên Kirmanşah û Kurdistanê dijiyan ji ber bêkariyê koçî herêmên din an jî welatên derva kirine û wiha dewam kir:
"Ciwanên me li saziyên dewletê nayên îstixdamkirin. Ev jî herêmê paşve dihêlê. Di salên dawî de nifûsekî bi qasî 100 hezar kesî ji eyaleta Kurdistanê koç kiriye û nifûsê herêmê daketiye. Di encamê de ev rewşa xirab li herêmê bûye sedema bikaranîna hişbirê, koçberî û gendeliyê. Ji ber rewşa aboriyê hin jin û mêran jî hevdu berdane, malbat belav bûne."