Fatih Gazioğlu
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 29 Îlon 2019
Li Efxanistanê dengdayîna bona hilbijartina Serokomarê nû dest pê kir.
Gel serê sibê pê va rabû û çû ser sindoqan ku dengê xwe bide.
Li Efxanistanê 9 milyon û 600 hezar hilbijêr wê raya xwe bidin. Di hilbijartinê da 15 kes ji bo serokomariyê bûn namzed.
Di nav namzedan yên herî favorî tên nîşan dan da Serokomar Eşref Xenî û Ebdila Ebdilayê Serokê Lijneya Îcrayê hene.
Li Efxanistanê piştî ji wezîfe hildana Talibanê ya di sala 2001an vir va cara 4an hilbijartinên Serokomariyê tên kirin.
Hêzên ewlehiyê dijî tehdîda Talibanê li hemû welêt tedbîrên berfireh hildan.
- Xenî reya xwe da
Serokomarê Efxanistanê Eşref Xenî piştî raya xwe da daxuyanî da nûçegihanan û bona dengdayînê bangî hemû welatiyan kir.
Xenî got ku dengdayîna welatiyan ji bo demokrasiya welat gelekî girîng e û daxwaza wî ew e ku hilbijartin bêpirsgirêk biqedin.
Xenî diyar kir ku ew nahêlin di hilbijartinê da tu "lêhb û xapandin" bên kirin û divê hemû teref hurmetê nîşanî encamê bidin.
- Tehdîda Talibanê dewam dike
Wezareta Parastinê ya Efxanistanê daxuyanî da û got hilbijartin wê bi tenê li 34 wilayetan bê kirin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe jî daxuyanî dabû û gotibûn ew li navçeyên ku di bin kontrola Talîban da ne hilbijartinê nakin.
Li gor reqemen nefermî Sarî Pul, Cuzcan, Faryab, Belx, Kunduz, Baxlan, Tahar, Herat, Gor, Badgîs û Helmand jî di nav de 40 navçe di bin kontrola Taliban da ne. Ji bilî vê ji 100î zêdetir navçeyan tehdîda Talibanê heye.