Abdullah Tel
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 30 Îlon 2019
Serokwezîrê Malezyayê Manathîr Mihemed got: "Neyartiya li hemberî Misilman û Îslamiyetê ji ber avakirina Îsraîlê ye. Misilman tu tiştekî nekin jî wê bi terorîzmê bên sûcdarkirin."
Manathîr di Lijneya Giştî ya 74emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) da axivî û bal kişand ser pirsgirêka Filistînê, qirkirina nijadî ya li Arakanê, sazîbûna NYê û nêrîna neyînî ya dijî Misilmanan û Îslamiyetê.
Di axaftina xwe da Manathîr destnîşan kir ku NY bi halê xwe yê niha ji bo aştiya dinyayê bi kêr nayê û wiha pê da çû: "Divê em armanca sereke ya vê sazîbûna mezin bikin rewacê. Lazim e em ceza li kesên carcariya şer dikin bibirin û dinyayê ji bo herkesî bikin qadeke bihizûr."
Serokwezîrê Malezyayê Manathîr got ku ji bo dinyayeke adil divê rayeya vetoyê ya li NYê bê guhertin bangî 5 welatên xwedî vetoyê ne kir û wiha domand: "Welatên li Neteweyên Yekbûyî xwedî rayeya vetoyê ne bila bizanibin ku ew ê her tim serdestê norm û hiqûqa navneteweyî nebin. Ev dewlet wê heta kîngê vê hêzê bi kar bînin."
- "Piraniya şerên li ser dinyayê ji rûyê damezrandina Îsraîlê pêk tên"
Manathîr Mihemed binpêkirina mafên mirovan û zext û zordariyên ku Îsraîl li Filistînê dibe serî jî anî rojevê û wiha pê da çû: "Berî damezrandina Îsraîlê li ser rûyê dinyayê teror evqas tunebû. Niha li gelek deverên dinyayê şer hene û piraniya wan şeran jî bi avakirina Îsraîlê ra eleqedar in."
Serokwezîr Manathîr diyar kir ku alema Îslamê û Misilman dema tevlî tu meseleyekê nebin û li malên xwe jî rûnên nêrîna neyînî ya li hemberî wan wê dewam bike û got: "Neyartiya li hemberî Misilmanan û Îslamiyetê ji ber avakirina Îsraîlê ye. Misilmin tu tiştekî nekin jî wê bi terorîzmê bên sûcdarkirin."