Di daxuyaniya xwe de Barzanî bal kişand ser rewşa gelê Mûsilê ku di nav talûkê de ne û wiha dewam kir: "Ev du roj e ku em ji bo parastina bajarê Mûsilê hewl didin, me diyar kir ku ji bo parastina bajar em amade ne ku bi artêşa Iraqê re tevbigerin. Lê mixabin kirinên Bexdayê rê li me girt û me nikaribû em bi hev du re tevbigerin. Ez ji gelê xwe rica dikim ku bila alîkariya ereb, tirkmen, keldanî, aşûrî û kurdên ku ji Mûsilê koç dikin, bikin. Ji gelê Herêma Kurdistanê daxwaza min ew e ku bila alîkariya malbatên ji Mûsilê koç dikin, bikin. Tiştê ku ji destê wan tê û li gor zagonan bila alîkariyê bikin."
Barzanî destnîşan kir ku lazim e Komseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî alîkariya gelê Mûsilê bike û wiha got: "Ji bo gelê kurd ê ku li herêmên ne di bin kontrola me de ne jî dikarim bibêjim ku pêşmergeyên me amade ne û hemû amadehiyên xwe kirine. Hêzên me ji bo parastina wan herêman amade ne."