Faruk Hanedar
28 Sibat 2026•Rojanekirin: 01 Adar 2026
Hat îdiakirin ku wêneyên cenazeyê Elî Xamaneyê serokê Îranê uên ku di hedefa êrîşên Amerîka-Îsraîlê da cî digire nîşanî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu dan.
Televîzyona Qenal 12 a Îsraîlê îdia kir ku Xamaneyê serokê Îranê jiyana xwe ji dest da.
Di nûçeyê da hat îdiakirin ku rayedarê Îsraîlî pesend kir ku serokê Îranê di sûîqesda Îsraîlê da jiyana xwe ji dest da û hat îdiakirin ku cenazeyê Xamaney ji enqazê hat derxistin û şerapnelê îsabetî bedena wî kiriye.
Di xeberê da hat îdiakirin ku wêneyên cenazeyê pêşkêşî Netanyahu û rayedarên ewlehiyê kirin.
Netanyahu di daxuyaniya xwe ya êvarê da îdia kiribû ku gelek îşaret hene ku Xamaneyê serokê Îranê li jiyanê nîne û parastibû ku di êrîşan da hin kesên girîng ên birêvebiriyê hatin kuştin.
Çapemeniya Îsraîlê îdia kiribû ku 30 bombe avêtin avahiya Xamaney û yê ku êrîş kir Amerîka nîne Îsraîl e.
- Netanyahu îdia kir ku "gelek îşaret hene ku Xamaneyê serokê Îranê li heyatê nîne"
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu îdia kir ku gelek îşaret hene ku elî Xamaneyê serokê Îranê li heyatê nîne û parast ku di êrîşan da hin kesên girîng ên birêvebiriyê hatin kuştin.
Netanyahu di daxuyaniya xwe ya bi dîmen a ku der barê êrîşên Amerîka-Îsrîalê yên dijî Îranê da parast ku heta ku hewce bike dê pêvajo dewam bike û îdia kir ku dê aştiyê bîne.
Netanyahu der barê teşebûsa sûîqesda dijî Xamaneyê serokê Îranê da diyar kir ku avahiya Xamaney a li navenda Tehranê hedef hat girtin û îdia kir ku "gelek îşaret hene ku ew li jiyanê nîne."
Netanyahu bangî gelê Îranê kir û peyama "Ji bo ku hûn peywira hilweşandina rejimê temam bikin dibe ku di demek nêz da hûn bi komî dakevin kolanan."