Ethem Emre Özcan
05 Gulan 2021•Rojanekirin: 05 Gulan 2021
Hat îdiakirin, Îsraîlê bi fuzeyan êrîşî hin ciyên li parêzgehên Sûriyeyê Lazqiye û Hemayê kir.
Ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê îdia kir ku li herêma Hîfe ya li rojhilatê Lazqiyeyê û li herêma Mîsyaf a li rojavayê Hemayê Îsraîlê bi fuzeyan êrîşî hin ciyan kir.
Di nûçeyê da hat diyarkirin ku dengên teqînên giran hat bihîstin û wiha hat gotin, "Pergalên parastina asîmanî bersiv dan hedefên dijmin."
Di nûçeyê da her wisa hat gotin, depoyeke plastîkê ya li devera çiyayî ya Lazqiyeyê hat armancgirtin û di encamê da şewat derket. Hat diyarkirin ku midaxeleyî şewatê kirin.
Qanala nûçeyan a rejima Esed El-Îxbariyeyê jî destnîşan kir ku di êrîşê da kesek hat kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.
Îsraîlê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.
Li parêzgehên Lazqiye û Hemayê digel artêşa rejimê, ciyên eskerî yên komên terorîst ên biyanî yên di bin emrê Pasdarên Şoreşa Îranê da hene.