23 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2015
VIYANA
Wezîrê Karên Derva Ferîdun Sînirlîoglu beriya hevdîtinên ji bo Sûriyeyê ku wê li Viyanayê bên kirin, bi Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry û Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Adil el-Cubeyr ra hat bal hev.
Hevdîtin li Viyanayê di Hotel Imperialê da dest pê kir.
Di hevdîtinê da wê Sînirlîoglu, Kerry û El-Cubeyr li ser qeyrana li Sûriyeyê xeber bidin.
Dibe ku Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî piştî nîvro tevlî hevdîtinê bibe.