Ahmet Dursun
29 Tebax 2021•Rojanekirin: 30 Tebax 2021
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 581 zêde bû û derket 106 hezar û 482yan.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 31 hezar û 516 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 3 hezar û 614 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 581 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 106 hezar û 482yan, jimara pêketiyan jî derket 4 milyon û 926 hezar û 964an.
Ji nexweşên Kovîd-19ê 7 hezar û 877 kes di beşa nexweşên giran da tedawî dibin.
Wezaretê diyar kir, heta niha 18 milyon û 261 hezar û 245 kes doza ewil a aşiyê bûye, 7 milyon û 914 hezar û 881 kes jî her du dozên aşiyê bûne.
Bi tevahî 26 milyon û 176 hezar û 126 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.
Ji aliyê din va 306 bajar di kategoriya "sor", 110 bajar di kategoriya "tûtik" û 32 bajar jî di kategoriya "zer" da ne.