Türkan Tosun
22 Mijdar 2020•Rojanekirin: 24 Mijdar 2020
Hat ragihandin di êrîşa li Kabula paytextê Efxanistanê dijî balyozxaneyên biyaniyan hatibû kirin da hejmara miriyan derkete 10an.
Li gor nûçeya ToloNewsê Alîkarê Serokomar Emrullah Salih daxuyand duh bi 23 moşekan va êrîş hatibû kirin ku hejmara kesên di vê êrîşê da mirin gihîşt 10 kesan, hejmara birîndaran jî bû 51.
Salih got lêpirsîna der barê bûyerê da dewam dike.
Talibanê îdiayên dibêjin wan ev êrîş kiriye qebûl nekir.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Efxanistanê Tariq Aryan daxuyandibû ku terorîstan moşek xistine nav kamyonetên biçûk û avêtine bajêr.
Ji 23 moşekan jê yek li Balyozxaneya Kabulê ya Îranê ketibû, avahî zirar dîtibû.