Abdullah Tel
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2017
ANKARA
Balyozê Iraqê yê li Enqereyê Hîşam Elî Ekber Elawî diyar kir ku heke hewce bike ewê Deriyê Sînor ê Xabûrê bi zorê kontrol bikin û wiha pê da çû: "Tetbîqat ji bo vê amadehî bû. Di navbera herdu welatan da ji bo vekirina deriyekî nû yê sînor jî xeberdan tên kirin."
Elawî di civîna çapemeniyê ya li balyozxaneyê li darxist da pirsên rojnamegeran bersivand û got: "Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo serdana Bexdayê hewl dide. Herdu hikûmet divê li rûyê hev biaxivin. Di vê hevdîtinê da bi tenê ne referandum mijarên giring ên herêmî û ku herdu welatan jî eleqedar dikin wê bên rojevê."
Balyoz Elawî destnîşan kir referanduma ku HKIyê lidarxist ji bo li ser kurdên Iraqê dijîn tesîreke neyînî neke mayê ji destê wan hat kirin.
Der barê têkiliya navbera Tirkiye û Iraqê da jî Elawî ragihand ku herdu welêt li ser peymaneke nû ya ji bo kirîn û firotina neftê dixebitin û xwest ku hevkariya herdu welatan di qada vejen û ceyranê da jî xurt bibe.