Ji fermandarên pêşmergeyan Albay Cemîl Mam Seyîd di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku pevçûn li herêma Kuşbaşiya bajarokê Seîdiyeyê qewimî. Seyîd diyar kir êrîşa ewil DÎŞIyê bi topên hewanê pêk anî û 2 pêşmerge mirin û 23 pêşmerge jî birîndar bûn.
- Helîkopteran pêşmerge dan ber bombeyan
Albay Seyîd bal kişand dema ku pevçûnê dewam dikir du helîkopterên Hêza Esmanî ya Iraqê cihê ku pêşmerge lê ne dan ber bombeyan û di encamê de jî 9 pêşmerge birîndar bûn.
Ji bijîşkên Nexweşxaneya Xaneqînê Xalid Ebas got rewşa 32 pêşmergeyên birîndar ên ku tên dermankirin baş e.
Di vê navberê de der barê bombebarandina artêşa Iraqê ya li ser pêşmergeyan de ji her du aliyan jî tu daxuyanî nehat dayîn.