Muhammet Kurşun
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
GAZZE
Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye, ragihand ku Hemas û Feth di hevdîtinên li Qahîreya paytextê Misirê de gihîştin rêkeftinê.
Şêwirmendê ragihandinê yê Heniyye Tahir En-Nûnû, daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku, "Heniyye, radigihîne ku Hemas û Feth bi navbeynkariya Misirê serê sibehê gihîştin rêkeftinê."
Nûnû der barê hûrgiliyên mijarê de agahî nedan.
Çavkaniyên Filîstînê jî diyar kirin ku dê Feth û Hemas dor nîvro li ser hûrgiliyên rêkeftinê civîneke çapemeniyê li dar bixin.
Hevdîtinên ji bo lihevkirinê bi navbeynkariya Misirê sêşema borî dest pê kiribûn.