Abdullah Tel
03 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2020
Heşdî Şebiya hêza milîs a li Iraqê ragihand ew ji bo Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê Ebu Mehdî el-Muhendis ê bi destê Amerîkayê hatin kuştin wisa difikirin ku îstixbarat ji aliyên Iraqê va bi Amerîkayê ra hatiye parvekirin.
Ji hêla Heşdî Şebiyê va daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin hat bibîrxistin ku balafira Silêmanî ya ji Şam a paytexta Sûriyeyê rabûbû li gor saeta herêmî êvarê di 11ê da li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê danî.
Hat gotin ku Muhendis di balafira Silêmanî da nebû û ji bo pêşwazîkirinê ew çûbû balafirgehê û wisa tê texmînkirin ku aliyên Iraqî ji bo Amerîkayê saloxgerî kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku êrîş bi Wesayîta Hewayî ya Bêmirov a Çekdarî va bi şev hat kirin û hat gotin ku dema wesayît ji bo derketinê şixulîn û ber bi deriyê derketinê yê balafirgehê va hatin êrîş qewimî.
Hat gotin ku tevlî Silêmanî û Muhendis, zavê Silêmanî, Berpirsê Protokolê û Têkildarê Gel ê Heşdî Şebiyê Mihemed Riza Cabirî, Hesen Ebdulhadî û endamên Heşdî Şebiyê Heyder Elî, Mihemed eş Şibanî û Samir Ebdullah jî di êrîşê da can dan.