Nihat Kavşut
03 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2020
Di dewsa Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî da ku bi êrîşa Amerîkayê hat kuştin alîkarê wî Tuxgeneral Îsmaîl Qaanî hat wezîfedarkirin.
Li gor nûçeya IRNAya ajansa fermî ya Îranê Elî Xameneyê pêşengê Îranê di dewsa Silêmanî da Tuxgeneral Îsmaîl Qaanî wezîfedar kir.
Qaanî di şerê Îran û Iraqê da fermandariya Tûxayên Nasr-5 û Îmam Riza-21an kiribû.
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) destnîşan kiribû li texma Balafirgeha Bexdayê di êrîşê da Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê Ebu Mehdî el-Muhendis kuştine.