İbrahim Atmaca
28 Adar 2021•Rojanekirin: 29 Adar 2021
Hesen Turanê Alîkarê Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê ji bo serokatiya Partiyê hat hilbijartin.
Lijneya Rêvebirinê ya Eniya Tirkmenên Iraqê li Kerkûkê civîn kir û li gor biryara ku di civînê da hat dayîn, di rêbebiriya partiyê da guhertin hat kirin.
Li gor vê Hesen Turanê Alîkarê Serok ji bo Serokatiya Eniya Tirkmenên Iraqê hat neqandin. Erşad Salihî ji sala 2011ê vir va serokatiya eniyê dikir.
Hîşam Bayraktar bû Alîkarê Serok ê Yekemîn, Heytem Muhtaroglu jî weke Alîkarê Serok ê Duyem hat hilbijartin.
- Hesen Turan kê ye?
Di sala 1962yê da li Kerkûkê hat dinyayê, ji Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Mûsilê mezûn bû.
Turan di 2003yê da di Partiya Edaletê ya Tirkmenan da xebatên xwe berdewam kir, di 2005ê da jî bû Endamê Meclisa Bajarê Kerkûkê.
Turan di 2011an da ji bo Serokatiya Meclisa Bajarê Kerkûkê hat hilbijartin, di 2014an da di Meclisa Iraqê da bû parlementer.
Turan ji 2018ê vir va weke Alîkarê Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê û weke Endamê Lijneya Rêvebiriyê wezîfe kir.