Haydar Şahin
12 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
ANKARA
Li Îranê her sal ji 10 hezarî zêdetir dergûş ji ber feqîrî û xwedîkirina kêm a beriya bûyînê dimrin.
Mihemed Heyderiyê Serokê Daîreya Tenduristiya Dergûşan a Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da IRNAya ajansa fermî ya Îranê û tesîra feqîriyê ya li ser tenduristiya dergûşan nirxand.
Heyderî bi bîr xist ku li gelek ciyên welêt feqîrî heye û wiha axivî: "Ji hezarî 8,27ê dergûşên teze tên dinyayê ji ber feqîriyê dimrin. Li welêt di salê da kêmzêde milyonek û 400 hezar dergûş tên dinyayê, dema li vê mêze dikin dibînin ku di salê da ji 10 hezarî zêdetir dergûş ji ber vê sedemê dimrin."
Heyderî destnîşan kir ku herî zêde li herêmên wekî eyaletên Sîstan û Belûcistan, Hurmuzgan, Kirmanşah û Kirmanê dergûş dimrin û wiha pê da çû: "Li van eyaletan ji ber sedemên wekî feqîrî û xwedîkirina kêm a beriya bûyînê dergûş di dema welidandinê da dimrin."