Ahmet Aydın
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Wezareta Berevaniyê ya DYAyê (Pentagon) ragihand ku lêkolîn li ser qeydiya deng a ku tê îdiakirin aîdî Ebû Bekir Bexdadiyê serkirdeyê DEAŞa rêxistina terorê ye, kirine rastiya wê cîgir kirine.
Ji berdevkên Masayea Rojhilata Naverast a Pentagonê Eric Pahon di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku lêkolînên li ser qeydiya deng a navborî nîşan dan ku Bexdadî dijî.
Pahon wiha got, "Saziyên îstixbaratê yên DYAyê derxistin holê ku ew qeydiya deng a ku tê îdiakirin aîdî Ebû Bekir Bexdadî ye. Li gorî mentiqê ev destnîşan dike ku herî kêm heta dema ku ev deng hatiye qeydkirin Bexdadî li heyatê bûye."
Pahon îfade kir ku cihê Bexdadî nehatiye tesbîtkirin û got, "Ji her kesî bêhtir em dixwazin cihê wî bizanin."
Hefteya raborî qeydiyeke dengî bi qasî 46 deqîqeyan hat weşandin ku dihat îdiakirin dengê Bexdadî ye. Ji ber ku kesê di qeydiyê de behsa pêşhatên dema nêzîk dikir, bûbû sedema şîroveyên nûbûna qeydiyê.
Rûsyayê di êrîşeke meha temûzê de îdia kiribû ku Bexdadî hatiye kuştin.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyeyê jî li gorî agahiyên ku dispart çavkaniyên DEAŞê, ragihandibûn ku mirina Bexdadî pesend dikin.