Nihat Kavşut
29 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
ANKARA
Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) li Balqanan dijî Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) operasyoneke serkeftî kir û 6 endamên payebilind yên rêxistinê anîn Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda MÎT û îstixbarata Kosovayê bi operasyoneke hevkar 6 endamên FETO/PDYê ku Tirkiye li wan digere qefaltin.
Li gor agahiyan MÎTê Cîhan Ozkan, Kahraman Demirez, Hasan Huseyîn Gunakan, Mustafa Erdem, Osman Karakaya û Yusuf Karabîna bi balafireke taybet anîn Tirkiyeyê û teslimî meqamên edlî kirin.
Li gor agahiyan 6 endamên FETOyê yên fîrar ji xeynî xebatên li dewletên Balqanan endamên rêxistinê yên li Tirkiyeyê bi qaçaxî derbasî dewletên Ewropayê û Amerîkayê dikirin.