Abdullah Tel
13 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2019
Hêzên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Mutebaqata Neteweyî (UMH) ya rêveberiya meşrû ya Libyayê ragihand ku ew ji bo berxwedana êrîşeke milîsên çekdar ên Xelîfe Hafter, amade ne.
Berdevkê Operasyona Burqan el-Xedeb a girêdayî UMHê Mistefa el-Meceî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û axaftina Hafter a ku ji bo bidestxistina Trablusê wê dest bi şer bike bi bîr xist û got: "Ew gotineke pir bi qiymet nîne, ev êrîş wê bibe xwekuştina dawîn a hêzên Hafter."
Meceî got ku li hemberî êrîşên Hafter ew ji bo berxwedanê amade ne û wiha pê da çû: "Em amade ne ku ji heqê êrîşên Hafter bên der. Hafter axaftina xwe piştî serfiraziya hêzên UMHê ya li herêma Yermukê bi dest xistin, kir.