BEYRÛT
Li Beyrûta paytexta Lubnanê ji bo penaberên Qampa Yermukê ku di bin dorpêçiya rejima Esed de ye çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin. Çalakî li ber avahiya Komîsyona Civak û Aboriyê ya Welatên Asyaya Rojavayê ya Neteweyên Yekbûyî (UN-ESCWA) hatin kirin.
Di protestoyan de çalakvanan wiha gotin:
"Dorpêçê rakin, vî sûcî bidin sekinandin. Qet nebe bila komeleyên heywanan ji bo me dest bi tevgerê bikin."
Çalakvanan navên kesên ku di Qampa Yermukê de ji ber birçîbûnê mirine li ser dowîzan nivîsandibûn û di protestoyan de nîşan dan.