ŞAM
Li Kampa Penaberan a Yermûkê ya li Sûriyeyê berê niha ji ber gemaroya rejimê hin kes ji birçîna miribûn. Kesên wir dimînin niha jî ji ber bêaviyê hatine ber mirinê.
Aktîvîstê herêmî Ramî es-Seyîd ji nûçegihanê AAyê re axivî û diyar kir ku hêzên Esed ava kampa ku ev demek dirêj e dorpêç kiriye, birî.
Seyîd diyar kir ku "hêzên rejimê 18 roj beriya niha şebekeya ava vexwarinê ya herêmê girt" û qal kir ku ji ber bêaviyê qeyraneke mirovahiyê diqewime û digel vê nikarin hewceyiyên xwe yên paqijî û tenduristiyê jî bi cî bînin.
Seyîd got ku berê niha nehiştin ku arîkariyên dihatin herêmê bigihêjin wan û hin kes ji birçîna mirin û wiha axivî: "Arîkariyên mirovahiyê bi awayekî gihan herêmê lê belê niha jî 20 hezar kesê li kampê ji ber bêaviyê hatine ber mirinê. Ev du meh in ku avê nadin Haceru'l-Eswedê."
Seyîd got ku gel bi ava ku saziyên arîkariyê belav dikin, li ber xwe didin ku nemirin, ji ber bêaviyê hin hewceyiyên xwe bi ava qirêj pêk tînin û da zanîn ku ji ber vê yekê nexweşî zêde bûn.
Kampa Yermûkê ji bo filîstîniyên ku ji ber tehde û zilma Îsraîlê reviyan di sala 1957an de hat avakirin. Bi demê re serjimara kampê gihişt nîv milyonê û kamp bû yek ji kampên herî mezin ên Rojhilata Navîn.
Beriya şerê navxweyî ya li Sûriyeyê 160 hezar penaber li kampa nêzî Şamê dima lê piştî şerê 140 hezar kes mecbûr man ku ji kampê derkevin.
Ji ber ku komên muxalif ên çekdar hatin herêmê rejima Sûriyeyê kamp dorpêç kiribû û penaber di kampê de mahsûr mabûn û hin kes ji birçîna miribûn.