Qais Omar Darwesh Omar,Halime Afra Aksoy
09 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2024
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava bi qasî 200 donim erdê Filistîniyan bi buldozêran texrîb kir.
Serokê Meclisa bajarokê Ummu Safaya li Ramellahê Merwan Sebbah di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê da anî ziman ku hêzên Îsraîlê sibehê di ser herêmê da girtin.
Sebbah destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê li bajarokê Ummu Safaya bi qasî 200 donim erdê Filistîniyan bi buldozêran texrîb kir.
Sebbah diyar kir ku li erdê navborî darên zeytûnê û rezên tiriyan hene û got ku hêzên Îsraîlî dîwar û dar jî di nav da her tiştê di nava wî erdî da bi buldozêran ji holê rakirin.
Sebbah her wiha diyar kir ku hêzên Îsraîlê seba belavkirina kesên ku bi mebesta berteknîşandanê kom bûbûn guleyên rastîn û gaz bi kar anîn.